Xamineyî: Kurd parçeyekî me ne

10-05-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Elî Xamineyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî ji Serokê Herêma Kurdistanî re eşkere kiriye ku ew Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.

6ê Gulanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî re civiyabû.

Malpera fermî ya Elî Xamineyî îro behsa naveroka civîna Elî Xameneyî û Nêçîrvan Barzanî kir.

Li gorî malperê Elî Xamineyî ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye:

“Em civaka Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.”

Li gorî malperê di civînê de Elî Xamineyî behsa pêwendiyên bihêz ên xelkê Îranê yê bi Kurdan re kiriye.

Elî Xamineyî herwiha li ser pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê jî got:

“Çi li Îraqê be çi li Îranê be, em civaka Kurdan ji hemû neteweyên din nêzîktirî xwe dibînin.

Ew parçeyekî me ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser civîna bi Xamineyî re eşkere kiribû ku wan tekezî li ser girîngiya pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

Herwiha herdu alî li ser parastina aramî û berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hevnêrîn bûne.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser vexwendina berpirsên Îranê 5ê Gulanê çûbû Tehranê û bi Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî û berpirsên din ên Îranê re jî civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst