XEZE - Termê 30 kesên ku dest û çavên wan girêdayî hatin dîtin

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xeze Filistîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Beyt Lahiyayê ya Xezeyê, li dibistanekê termê 30 kesî hat dîtin.

Hat gotin ku, dest û çavên kesên hatine kuştin girêdayî bûne.

Komeleya Dîlan a Filistînê li ser bûyerê daxuyaniyek da.

Komeleyê ragihand ku li dibistaneke Beyt Lahiyayê termê 30 kesî hatiye dîtin.

Li gorî agahiyên şahidên bûyerê, dest û çavên kesên hatine kuştin girêdayî bûne.

Komeleya Dîlan a Filistînê di daxuyaniya xwe de got:

“Nîşaneyeke eşkere ye ku Îsraîl ev kesên ku termên wan li qadê hatine dîtin înfaz kirine.

Li Xezeyê 117 roj in tewanên windakirina bi zorê û qirkirinê berdewam in.

Înfaza Filistîniyên ku li Xezeyê hatine desteserkirin zêde bûye.”

Herwiha li gorî îfadeyên Filistîniyên ku di çarçoveya pevguhertina girtiyan de hatibûn berdan, girtî rûbirûyê tacîz û şkenceyê dibin.

Li gorî daxuyaniyê, hinceta Îsraîlê ya “windakirina bi zorê” ew e ku li dijî wan sûcek kirine lewra ev hincet ji bo nixumandina tecrîd û tawanên ku dikine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst