Azerbeycanê petrola xwe ya li Tirkiyeyê şand Îsraîlê

30-10-2023
Nîşan Azerbeycan Pertol Bendera Ceyhanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Azerbaycanê milyonek bermîl petrola xwe ya ku li Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê bû şand Îsraîlê.

Li gorî nûçeya Bloombergê, keştiya Seavioletê ya Azerbeycanê ku zêdeyî milyonek bermîl petrol tê de bû roja 21ê vê mehê ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ber bi Bendera Eilate ya Îsraîlê ve bi rê ket.

Îsraîl tevî şerê bi Hemasê re jî Îsraîl bazirganiya xwe ya petrolê berdewam dike.

Bendera Aşkelonê ya Îsraîlê di êrîşa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşînê de zerer dîtibû.

Ji ber vê yekê, Îsraîl bazirganiya petrolê bi rêya Bendera Eliata ya li Deryaya Sor dike.

Li gor çavkaniyên Bloombergê, zêdeyî yek milyon bermîl petrola ku ji aliyê Kompanya Paz Oilê ya Îsraîlê ve ji Azerbeycanê hatiye kirîn dê li Bendera Eilatê bê radestkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst