Li Rojava û Sûriyê daxwaz tê kirin girtiyên siyasî bêne berdan

30-03-2020
RÛDAW
MSDê daxwaz ji hemû aliyên Sûrî kiriye ku girtiyan berdin
MSDê daxwaz ji hemû aliyên Sûrî kiriye ku girtiyan berdin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Sûriyê ji ber metrisya belavbûna vîrusa koronayê daxwaz tê kirin girtiyên siyasî li cem hemû aliyên Sûrî bên azadkirin.

Hevdem ligel metirisya belavbûna vîrusa koronayê, ji gelek aliyan ve, daxwaz tê kirin ku girtiyên  siyasî li cem hemû aliyên Sûrî serbest bêne berdan.Di vê çarçoveyê de, Encûmena Sûriyeya Demokratîk, di nûtirîn daxuyanî de, daxwaz ji hemû aliyên Sûrî kiriye ku girtiyan berdin.

Derbarê vê yekê jî, seroka Encûmena Cîbicîkar a MSDê, Îlham Ehmed ji Rûdawê re ragihand ku daxwaza MSDê hemû girityan li cem hemû aliyên Sûrî li xwe digire, di nav de jî girtiyên li cem HSDê, lê ew daxwaz girtiyên DAIŞî li xwe nagire.

Girtiyên siyasî û sivîl li cem hemû aliyên Sûrî hene, di taybetî li zindanên Hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar ên opozsiyonê, ku debarê wan girtiyan, ENKSê ragihandibû, ew bi Îtîlafa Opozisyonê re gihiştibû hevtêgihiştinekê ji bo berdana girtiyên Kurd li navçeyên li jêr kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar, mebest jê girtiyên Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê.

Derbarê girtiyên ENKSê li cem Rêveberiya Xwesr, serkirdeyê Encûmena Kurdî û endamê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve ya ENKSê, Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand ku heta niha çarenivîsa 9 girtiyên ENKSê li cem Rêveberiya Xweser ne diyar e, herwiha girtiyên endamên ENKSê li cem hikûmetê nînin, lê girtiyên Kurd hene.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî, ragihandiye ku li girtîgehên grûpên çekdar ên opozsiyonê yên ser bi Tirkiyê ji Adara 2018an ve heta niha bêhtir ji 6 hezar û yek girtî hene. Tenê li Herêma Efrînê heta niha çarenivîsa nêzîkî 2 hezar û 350 girtî ji tevaya 5 hezar û 576 girtiyan ne naskirî ye.

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan jî di nûtirîn amar de ragihandiye ku ji Adara 2011an ve, bêhtir ji 98 hezar girtiyên li zindanên Hikûmeta Sûriyê hene, çarenivîsa wan ne diyar e. Ango nêzîkî ji sedî 80 ji girtiyan çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî wan amaran, ji Adara 2011an ve heta Adara 2020an, li ser asta Sûriyê û li girtîgehên hemûa aliyên wî welatî, 146 hezar û 825 kes girtî hene yan jî çarenivîsa wan ne diyar e û ji wan: “Li zindanên Hikûmea Sûriyê 128 hezar û 989 girtî û li girtîgehên DAIŞê 8 hezar û 648 girtî hene.”

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihandiye ku li cem Hêzên Sûriyeya Demokraîtk 3 hezar û 87 girtî hene, lê diyar nekiriye ku ew ew hejmar girtiyên DAIŞê li xwe digire yan na.

Li gorî heman amaran, li zindanên grûpên çekdar ên opozsiyonê jî 3 hezar û 44 girtî hene.

Li girtîgehên grûpên tundrew ên weke Cebhetul Nusre 2 hezar û 057 girtî hene.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, Human Rights Watch di daxuyaniyekê de, derbarê metirsiya belavbûna virusa koronayê li nav girtiyên zindanên Hikûmeta Sûrî, haydarî daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst