Herêma Kurdistan û Îmarat di warê teknolojiyê de belgeyek îmze kirin

29-03-2022
RÛDAW
Nîşan Îmarat Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Karên Kabîneyê yê Îmaratê Mihemed Gergewî re di warê teknolojiyê de yaddaşteke jihevtêgihîştinê îmze kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ku bi serdanekê li Îmaratê ye, di çarçoveya Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî û Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê de, li ser peywendî û hevdîtinên xwe yên dîplomatîk berdewam e.

Serokwezîr îro li Dubay ligel Wezîrê Karûbarên Kabîneya Îmarata Erebî Mihemed Gergewî civiya û di hevdîtinê de herdu aliyan li ser alîkariyên di warê teknolojiyayê de yaddaşteke jihevtêgihîştinê îmze kirin.

Piştî merasima îmzekirinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi beşdariya di semînera bi navê "Pêşeroja enerjiyê û serdema piştî petrolê" de axaftinek kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh jî di Encûmena Atlantîk a Enerjiyê de li Dubay gotarek pêşkêş kiribû û têde tekezî li ser plana hikûmeta xwe ji bo pêşxistina sektora enerjiyê ya Kurdistanê kiribû.

Mesrûr Barzanî ragihandibû, Herêma Kurdistanê amadekariyan dike di demeke nêzîk de gaza xwezayî hinardeyî Ewropayê bike.

Serokwezîr Barzanî herwiha diyar kiribû ku kurdistaneke serbixwe û bihêz di warê aboriyê de, ne ji bo welatên cîran û en jî ji bo Iraqê nabe gef.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst