Macron: Divê rewşa Êzidîyên Şingalê bê başkirin

28-08-2021
RÛDAW
Nîşan Êzidîyên Şingalê Emmanuel Macron Fransa Şingal Êzidî Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Fransayê Emmanuel Macron di dema pêşkêşkirina gotara xwe ya di nava Lûtkeya Bexdayê de got, wê piştevaniyên Fransayê yên ji bo rûbirûbûna terorê berdewam bin ku ji bo Iraqê jî girîng e û tekez kir, “Divê rewşa Êzidîyên Şingalê bê başkirin.”

Macron behsa Şingalê jî kir û ragihand ku Şingal navçeyek e ku Iraqiyan gelek axaftin li ser kirine û Kazimî bi xwe jî serdana wê kiriye, lewra heya niha jî bi sed hezaran xelkê Êzidî koçber in û di vê mijarê de wan li gel Nadiye Mûrad jî kar kiriye.

Macron dibêje, rewşa ku niha Êzidî tê de ne, cihê xemgîniyê ye, lewma jî divê di wê kongreyê de hinek biryar jî bêne dayîn ku rewşa Êzidîyan pê baştir bibe.

Di dewama gotinên xwe de Macron tekez kir, “Fransa pabend dibe û li gel we dibe di rûbirûbûna terorê de, madem li gor we bi sûd û girîng e. Biryara dawî jî li gel we ye, rûbirûbûn û nehiştina terorê, wate vegerandina seqamgiriya temam bo navçeyên ji destê DAIŞê hatine kontrolkirinm ji wan jî Şingal.”

Emmanuel Macron amaje bi wê kir ku heta niha 100 hezar Kurdên Êzidî koçber in û got, cihê Êzidiyan cihê dax e û hêviya xwe derbirî ku ev kongre (Lûtkeya Bexdayê) bibe sedema baştirkirina rewşa Êzidiyên Şingalê.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî got, “Weke Iraq, em qebûl nakin axa me bibe qada êrîş, pevçûnên herêmî û navneteweyî. Di rojên derbasbûyî de min serdana herema Şingalê ya girêdayî Mûsilê kir. Li Şingal û her derê welatê me tevî hemû metirsiyan, em dixwazin jiyanê vegerînin rewşa normal. Em careke din venagerin şer û aloziya bi welatên cîran û dost. Di navbera me de gelek warên hevkariyê hene. Neyeta pak û hevkarî ji bo herêma me û aştiya cîhanê girîng e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst