WFP alîkariyên xwe li ser 500 hezar koçberên Sûrî qut dike

14-07-2023
Loloxan
Nîşan Urdin Programa Xorakê ya Cîhanî WPF Koçberên Sûr Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen Sefedî ragihand, Programa Xorakê ya Cîhanî ( WFP) ser bi Neteweyên Yekbûyî ve dê alîkariyên xwe li ser koçberên Sûrî yên li Urdunê dimînin di Tebaxa bê de  qut bike.

Sefedî li ser hesabê xwe yê Twittrê roja 13ê Temûzê ragihand, di 1ê Tebaxê de wê Programa Xorakê ya Cîhanî ( WFP) ser bi Neteweyên Yekbûyî dê alîkariyên xwe li ser koçberên Sûrî yên li Urdunê dimînin di Tebaxa bê de qut bike, di dema ku hikûmeta Urdunê nikare alîkariyan pêşkêşî wan koçberan bikin.

Programa Xorakê ya Cîhanî, pêdiviyan bo 500 hezar koçberên Sûrî li Urdunê dabîn dike, herwiha xwarinê pêşkêşî zêdeyî 420 hezar xwendekarên Urdunî û Sûrî li wî welatî dike.

Li gor hikûmeta Urdunê nêzîka 1 milyon û 300 hezar koçberên Sûrî li welatê wan dimînin, di dema Komisyona Koçberan ser bi Neteweyên Yekbûyî di Adara borî de ragihandibû, ku ji sedî 66ê koçberên Sûrî li Urdunê di bin hêla hejariyê de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst