XEZE – Hejmara kuştiyan derket 32 hezar û 500î

28-03-2024
Nîşan Xeze Îsraîl Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de heta niha 32 hezar û 552 kes hatine kuştin.

Piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan êrişî Îsraîlê kir, şerê Hemas û Îsraîlê dest pê kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê destnîşan kir ku êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê 174 roj in berdewam dikin.

Hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî de 62 kes hatine kuştin û 91 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, hejmara Filistîniyên ku di êrişên artêşa Îsraîlê de hatine kuştin derket 32 hezar û 552yan.

Hat diyarkirin ku hejmara birîndaran jî bûye 74 hezar û 980.

Di daxuyaniyê de amaje pê hat kirin ku di bin kavilan de û li keviyên rêyan cenaze hene.

Hat gotin ku ji ber êrişên Îsraîlê tîmên tenduristiyê û peywirdarên parastina sivîl nikarin cenazeyan derxin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst