LIBNAN - Îsraîlê otomobîlek bombebaran kir: 6 kes hatin kuştin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Libnan Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku Îsraîlê başûrê Libnanê bombebaran kiriye û di encamê de 6 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Îsraîlê diyar kir, wan otomobîleke ku çek tê de bûne kiriye hedef.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê daxuyaniyek belav kir ku li başûrê Libnanê di encama bombebaraneke Îsraîlê de 6 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Medyaya fermî ya Libnanê da zanîn, “Êriş bi rêya dronê hatiye kirin ku dronê li gundê Teyr Dîbayê otomobîlek kiriye hedef.”

Gundê Teyr Dîbayê nêzîkî bajarê Sûrê ye û 20 kîlometreyan dûrî sînorê Îsraîlê ye.

Berpirsekî ewlehiyê yê Libnanê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ragihand ku di bombebaranê de “mûşekavêjek hatiye hedefgirtin û çend teqemenî jî teqiyane.”

Artêşa Îsraîlê êriş piştrast kir û ragihand:

“Çend terorîst hatin destnîşankirin ku di otomobîla wan de çek hebûn.

Çek ji aliyê rêxistina terorîst Hizbulahê ve dihatin bikaranîn.

Balafireke Îsraîlê êrişî otomobîlê kir da ku wê metirsiyê ji holê rake.”

Ev di demekê de ye ku agirbesteke 60 rojî di navbera Hizbulaha Libnanê û Îsraîlê de heye.

Agirbest 27ê Çiriya Paşîn a 2024an bi navbeynkariya Amerîkayê ji bo 60 rojan hat ragihandin.

Mercê sereke yê agirbestê ew e ku Hizbulah ji başûrê Çemê Lîtanî vekişe û here bakurê çem ku 30 kîlometreyî dûrî başûrê Libnanê û hevsînorê bakurê Îsraîlê ye.

Li gorî agirbestê Îsraîl jî dê hêzên xwe ji başûrê Libnanê vekişîne û hêzên aştiyê yên Neteweyên Yekbûyî û artêşa Libnanê cihê wan bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst