Amerîkayê kuştina herdu jinên berpirs ên Rêveberiya Xweser şermezar kir

28-01-2021
RÛDAW
Nîşan Seide Feysel el Hermas Hind Letîf el Xidir Rêveberiya Xweser Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê kuştina herdu jinên berpirs ên Rêveberiya Xweser şermezar kir û ragihand, “Du jinên qehreman ên Sûrî bûn ku jiyana xwe bo ximzetguzariya civakê terxan kirin.”

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyê derbarê bûyera kuştina du jinên berpirs ên Rêveberiya Xweser ji aliyê DAIŞê ve li hejmara xwe ya Twitterê peyamk belav kir.

Di wê peyamê de hatiye gotin, “Amerîka gelek dilteng bûye bi bihîstina nûçeya mirina Seide Feysel el Hermas û Hind Letîf el Xidir. Em kuştina wan herdu jinan ji aliyê DAIŞê ve şermezar dikin.” Herwiha serxweşî li malbatên wan jinan hatiye kirin

Berî niha jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî kuştina herdu berpirsên Rêveberiya Xweser ên jin weke “tawan û armanckirina jina azad û nirxên demokrasiyê ye” binav kiribû.

Herdu berpirsên Rêveberiya Xweser, Seide Feysel el Hermas û Hind Letîf el Xidir, êvara îniyê 22ê Çileya 2021an hatibûn revandin û rojek paştir cenazeyên wan li derdora bajarê Hesekê hatibûn dîtin.

Rêxistina DAIŞê, berpirsyartiya kuştina 2 jinên bepirs ên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê li xwe girtiye.

Seide Feysel El Hermas, Hevseroka Encûmena Til El Şayirê û Hind Letîf El-Xidir cîgira wê û di heman demê de Seroka Komîteya Aborî ya Til El Şayirê bû.

Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed pêştir ji Rûdawê bre gotibû, ku ji destpêka 2021an ve liv û tevgera DAIŞê “li herêma me û li herêmên ji jêr kontrola Şamê de” zêde bûne û tekez kiribû, “DAIŞ xwe xurt dike û çalakiyan pêk tîne. Ji destpêka sale heta niha 13 kuştin çê bûn.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst