Şerê Ukraynayê bûye sedema krîza xwarinê li Yemenê

27-06-2022
RÛDAW
Şerê Ukraynayê bandor li asayîşa xwarinê ya Yemenê kiriye.
Şerê Ukraynayê bandor li asayîşa xwarinê ya Yemenê kiriye.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şerê Ukrayna û Rûsyayê bandorek xirab li ser asayişa xwarinê li Yemenê kiriye û rewşa debara xelkê xirabtir bûye, bi awayekî ku welatiyekî Yemenê dibêje, Min du meh in goştê mirişkê nexwariye

Bazara bajarê Senaa ya paytexta Yemenê qelebalix e lê belê xelk ji ber zêdebûna nirxên tiştan dinalin.

Nirxê 50 kîlo genim ji 28 dolaran bo 80 dolaran zêde bûye, li hinek navçeyên ji navendê dûr heta 240 dolaran bilind bûye.

Yehya Debînî, welatiyekî Yemenî dibêje, “Niha bihayê çiwalek genim 80 dolar e û her diçe bilind dibe. Ne meaş heye, ne tiştek, em tenê ji Xwedê rehmê dixwazin.”

Li gor amarên Bernameya Geşepêdanê ya Neteweyên Yekbûyî, %55ê xelkê Yemenê di bin asta hejariyê de dijîn, ji ber wê beşek ji xelkê wek Nasir bêyî pêdawîstiyên serekî li konên demkî dijîn. Nasir dibêje, nêzîkî du mehan e goştê mirîşkê tam nekiriye.

Nasir Tahir dibêje, “Piştî ku qutiyên vala berhev dikim û difroşim pê xwarinê dikirim. Cara dawî me berî du mehan mirîşk xwar, ango bi qasî tê bîra min mehek û nîv bû."

Li gor Bernameya Xwarinê ya Cîhanî, Yemen %22ê genimê xwe ji Ukraynayê hawirde dike, lewra şerê Ukraynayê bandoreke mezin li ser asayîşa xoraka wî welatî kiriye.

Ebdulqasim Selam, şirovekarê siyasî amaje bi krîza xwarinê li Yemenê dike û dibêje, “Li Yemenê krîza xwarinê heye, ji ber ku her kes dizane, Yemen ji bilî rûn û pêdiviyên din ên bingehîn ên xelkê, ji sedî 20ê genimê xwe ji Ukraynayê dikire. Ji ber vê yekê şerê Ukraynayê bandorek mezin li Yemenê kir, ji ber ku asayîşa wê ya xworakê nîne.”

Li gorî Bernameya Xorakê ya Cîhanî, niha li Yemenê asayîşa xorakê ya 17 milyon û 400 hezar kesan ne seqamgîr e û tê pêşbînîkirin ku heta dawiya salê hejmara wan bigihije 19 milyonan.

Rêjeya kêmxwarinê ya li welêt jî li cîhanê di asta herî bilind de ye. Li welêt milyonek û 300 hezar jinên ducanî yan zaroşîr in û 2 milyon û 200 hezar zarokên ji 5 salî biçûktir jî ji ber kêmxwarinê dinalin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst