Wezîrên derve yên Îran û Siûdiyê di Meha Remezanê de dicivin

27-03-2023
RÛDAW
Nîşan Îran Siûdiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Îranê ragihand, wezîrên derve yên Îran û Siûdiyê di heftiya bihorî de du caran peywendiyên telefonî pêk anîne û dê di Meha Remezanê de jî bicivin.

Wezareta Derve ya Îranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê belav kiriye, şeva Yekşemê wezîrê derve yê wî welatî Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan di peywendiyeke telefonî de bi hev re axivîne û behsa lihevkirina wê dawiyê ya di navbera her du welatan de kirine.

Medyaya fermî ya Erebistana Siûdiyê jî belav kiriye, wezîrên derve yên her du welatan di gotûbêjên xwe yên duh şev de li hev kirine ku di Meha Remezanê de bicivin, lê behsa cihê civîna her du wezîran nehatiye kirin.

Îran û Siûdiye roja 10ê Adara îsal bi navbeynkariya welatê Çînê, rêkeftina asayîkirina peywendiyan îmze kirin.

Berî heft salan û piştî ku li Tehranê hejmarek alîgirên hikûmeta Îranê êrîşî Balyozxaneya Siûdiyê kirin û avahiya wê şewitandin, Siûdiyê hemû peywendiyên xwe bi Îranê re qut kirin.

Li aliyekî din, medyayên Îranê di rojên derbasbûyî de ragihandibûn ku Şahê Siûdiyê Selman Bin Ebdulezîz Al Siûd bi fermî Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vexwendiye Siûdiyê û Reîsî jî bi erênî bersiv daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst