Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek got, “Armanca hikûmeta Tirkiyeyê û Bahçelî ew e ku bi dîtin, nêrîn û pêşniyarên Ocalan meseleya Rojavayê Kurdistanê çareser bike”
Li gorî medya Tirkiyeyê, daxwaza DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina li gel Abdullah Ocalan hatiye qebûlkirin û heyetek dê ji bo hevdîtina di demeke zû de biçe Îmraliyê.
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bû mêvanê Rûdawê behsa vê mijarê û mijarên din ên di rojevê de ne kir.
“Ne diyar e ku destûr ji bo serdana Îmraliyê hatiye dayîn an na”
Sînan Çîftyurek amaje bi wê yekê kir ku heta niha hikûmeta Tirkiyeyê bi zelalî û fermî ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ti agahî nedane DEM Partiyê û got:
“Hîn ne diyar e ku destûr ji bo serdana Îmraliyê hatiye dayîn an na. Dewlet bi vê meseleyê dilîze.”
“Hişê dewletê ne zelal e”
Çîftyurek wiha got:
“Dewlet bi vê meseleyê dilîze. Piştî gotinên Bahçelî, Partiya DEMê bêyî ku wext winda bike serlêdana hevdîtinê kir.
Madem hûn dixwazin gotinên Abdullah Ocalan ji raya giştî re bê ragihandin, bila hevdîtin pêk were.
Berî hevdîtin pêk were bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin. Bila parêzer û mirovên dikarin biçin wî bibînin û fikrên wî ji raya giştî re ragihînin.
Lê mixabin hişê dewletê ne zelal e.”
“Meseleya Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdan girîng e”
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek diyar kir ku niha meseleya herî girîng a Kurdan, Rojavayê Kurdistanê ye û got:
“Tirkiyeyê û Serokê MHPyê bi dîtin, nêrîn û pêşniyarên Ocalan meseleya Rojavayê Kurdistanê çareser bike.
Niha pirsgirêka herî girîng pirsgirêka Rojavayê ye.
Niha li her çar parçeyên Kurdistanê mijara girîng her du parçeyên xwedî statu ne ku yek ji wan jî Rojava ye. Kurd dixwazin ew statû bêne parastin.
Ji ber vê yekê dewlet dixwaze ku şandeya DEM Partiyê biçe Îmraliyê û birêz Ocalan bibîne û li ser mijarên navxweyî û derve bibihîse û nêrînên wî yên derbarê Rojava û Sûriyeyê ji raya giştî re parve bike.
Lê dewlet bi zelalî armanca xwe ya rast eşkere nake. Bi nêrîna min dewlet dixwaza bi rêya Ocalan meseleua Rojavayê bine rojevê.
Eger dewlet dixwaze ev pirsgirêk çareser bibe, divê Ocalan bikare nêrînên xwe yên derbarê PKK, Bakurê Kurdistanê û Rojava de ka çi ne ji raya giştî re ragihîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse