Hizbulahê kuştina xelefê Nasralah piştrast kir

13 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Haşim Sefiyedîn Hesen Nasralah Hizbulaha Libnanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Libnanê piştrast kir ku Haşim Sefiyedînê xelefê Hesen Nasralah hatiye kuştin.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah 22yê Îlona 2024an di êrişeke artêşa Îsraîlê de li Taxa Dahiyeyê ya Beyrûtê hatibû kuştin.

Dihat pêşbînîkirin ku Haşim Sefiyedîn piştî Hesen Nasralah bibe sekreterê nû yê Hizbulaha Libnanê.

Artêşa Îsraîlê 22yê Çiriya Pêşîna 2024an ragihandibû ku Serokê Konseya Rêveber a Hizbulaha Libnanê hatiye kuştin.

Piştî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, Hizbulaha Libnanê jî li ser Haşim Sefiyedîn daxuyaniyek belav kir.

Hizbulahê piştrast kir ku Haşim Sefiyedîn hatiye kuştin.

Haşim Safiyedîn kî ye?

Sefiyedîn sala 1964an li bajarokê Dêr Kanûn Nehr li başûrê Libnanê di malbateke navdar de hatiye dinyayê.

Sala 1980yî de li gel û Hesen Nasralahê kurê metika xwe çûye Qûmê û perwerdeya olî ya Şîeyan bixwîne.

Sala 1983yan bi keça Mihemed Elî Emîn endamê Meclisa Îslamî ya Şîeyên Libnanê re zewiciye.

Sala 1994an ji aliyê Nasralah ve wekî serokê Hizbulahê yê hat tayînkirin.

Sala 1995an de bû serokê Encumena Cîhadê ku berpirsê çalakiyên leşkerî yên Hizbulahê ye û di heman demê de wekî endamê Encûmena Şûraya Hizbulahê kar kir.

Sala 1998an wekî Serokê Encûmena Birêvebiriya Hizbulahê hat hilbijartin.

Ebdulah Sefiyedînê birayê Haşim Safiyedîn nûnerê Hizbulahê yê Îranê ye.

Ebdulah Sefiyedîn kesayetiyek naskirî ye Amerîka wî bi bazirganiya madeyên hişbir tohmetbar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst