Wezîrê Derve yê Sûriyê: Tirkiye dagirker e

23-09-2021
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Derve yê Sûriyê Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê ragihand, Şam hebûna Tirkiyê li Sûriyê wek “dagirkerî” dibîne û daxwaz kir Enqere demildest hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad îro, di daxuyaniyekê de bo medya Rûsyayê amaje bi wê kir, ew hebûna Tirkiyê wek binpêkirina mafên xwe dibînin û bi wê sedemê divê yekîneyên serbazî yên Tirkiyê vekişin.

Ev daxuyaniya Wezîrê Derve yê Sûriyê di demekê de ye, ku berî civîna hevbeş a Tirkiye-Rûsya-Îranê ku biryar e hefteya bê birêve biçe, Tirkiyê hêzên nû şandin Sûriyê.

Feysel Mîqdad dibêje, “Sedema sereke ya aloziyên li Idlibê, hebûna serbazî ya Tirkiyê ye li herêmê û ew piştevanî ye ku Tirkiye dide grûpên çekdar ên navçeyê. Tirkiye pêwîst e demildest vekişe û civaka navdewletî piştevanî li hewlên Sûriyê bike ji bo rizgarkirina xaka dagirkirî ya li bakurê welat.”

Hefteya derbasbûyî Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn amaje bi wê kir, pirsgirêka sereke ya li Sûriyê, hebûna hêzên serbazî yên biyanî ye li wî welatî.

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov jî amaje bi wê kir, Amerîka ji sala 2015an ve li Sûriyê ye û “rêxweşker bûye bo perçebûna wî welatî.”

Li gor amaran, Tirkiyê li bakurê Sûriyê 113 binkeyên serbazî yên gerok û cêgir hene. Ew xal dikevin 5 parêzgehan û bi vî rengî hatine belavkirin; 55 binke li herêma parêzgeha Helebê, 43 li Idlibê, 9 binke li Reqqa, 4 li Heseke û 2 binke jî li Laziqiyê.

Artêşa Tirkiyê berî niha di çarçova rêkeftina Astana de 12 xalên çavdêriyê li Idlibê danîbûn, ev jibilî bi hezaran çekdarên ser bi wî welatî ve.

Herwiha di heyamên derbasbûyî de çendîn car şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyê û Tirkiyê û çekdarên hevpeymanên wê de qewimîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst