Hemasê eşkere kir: Tofana Eqsayê çima dest pê kir?

22-01-2024
Nîşan Hemas Tofana Eqsayê Xeze Îsraîl Rapor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hemasê li ser êrişa xwe ya bi navê “Tofana Eqsayê” ya ku 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kiribû raporek belav kir.

Di rapora bi sernavê “Me çima Tofana Eqsayê da destpêkirin? de li ser sedemên êrişa Hemasê û bûyerên 7ê Çiriya Pêşîn agahî hatin dayîn.

“Gaveke pêwîst û xwezayî bû”

Hemasê sedema êrişa xwe bi vî awayî eşkere kir:

“Tofana Eqsayê gaveke pêwîst û xwezayî bû ku li hemberî planên Îsraîlê yên wekî têkbirina doza Filistînê û dagirkirina axa Filistînê hatiye avêtin.”

Herwiha hat destnîşan kirin ku Tofana Eqsayê bi armancên “rakirina dorpêça li ser Xezeyê, rizgarbûna ji dagirkeriyê, serxwebûn, mafê diyarkirina çarenivîsa xwe û rizgarkirina axa Filistînê” hatiye kirin.

“Artêşa Îsraîlê sivîl kuştin”

Hemasê li ser angaştên Îsraîlê yên bi şiklê “Hemas êrişî sivîlan dike” jî got:

“Hemas ji dema ku hatiye avakirin ve hewl dide ku sivîlan neke hedef.

Terbiyeya exlaqî û dînî ya Hemasê rê neda ku sivîl bibin armanc.

Îdiaya ku dibêje ‘Lîwayên Qesamê 7ê Çiriya Pêşîn êrişî sivîlan kiriye’ ji binî derew e û bêbextî ye.

Çavkaniya sereke ya van angaştan Îsraîl e, ti çavkaniyên bêalî nînin ku vê yekê piştrast bikin.

Dîmenên ku wê rojê hatine girtin û îfadeyên xelkê dredixin hole ku Lîwayên Qesamê sivîl nekirine hedef.

Piraniya sivîlan ji aliyê polîsên Îsraîlê û artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin.”

Raporê amaje pê kir ku “hêzên berxwedanê” bi leşkerên Îsraîlê yên ku li hemberî gelê Filistînê çekan bi kar tînin re şer dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst