Îraq li ser ‘Howitzers’ên Pêşmergeyan çi dibêje?

2 demjimêr berê
Nîşan Howitzers Top Pêşmerge Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku Pêşmergeyan topên Howitzersê bi destûra wan wergirtine.

6ê Tebaxa Îsal hinek topên Howitzersê radestî Pêşmergeyan hatin kirin.

Hinek aliyên Îraqê li dijî vê yekê derketin û wan bertekên tund nîşan dan.

“Em bi her awayî vê yekê red dikin”

Mihemed Helbûsiyê Serokê Partiya Teqedûmê 14ê Îlonê li ser hesabê xwe yê Xê wiha nivîsîbû:

“Em bi her awayî vê yekê red dikin ku çekên giran bidin hêzên cihî.

Erkê wan ê destûrî tenê parastina ewlehiya navxwe û parastina wan sînoran e ku ji wan berpirsiyar in.”

Wezaretê bersiv da

Wezareta Parastinê ya Îraqê da zanîn ku peymana kirîna wan topan 7 sal berê hatiye îmzekirin û ew top sala 2023yan gihiştine Bendera Umqesrê.

“Pêşmerge hêzeke niştimanî ye”

Wezareta di daxuyaniya xwe ya doh de diyar kir ku Pêşmerge parçeyek in ji hêzên Îraqê û got:

“Pêşmerge hêzeke niştimanî ye û guman jê nîne ku dilsozên Îraqê ne.”

Li gorî daxuyaniyê, peymana kirîna van topan ji aliyê wezîrê berê yê parastinê yê Îraqê Îrfan Heyalî ve hatiye îmzekirin.

Her wiha hat destnîşankirin, dema ku Cume Înad wezîrê parastinê yê Îraqê bû di peymanê de hinek guherîn hatine kirin û pereyên topan berî avabûna vê hikûmetê hatine dayîn.

Wezareta Parastinê ya Îraqê daxuyand ku topên Howitzersê 20ê Çiriya Paşîn a 2023yan gihiştine Bendera Umqesrê lê piştî ku salek derbas bûye bi pesendkirina Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî radestî Pêşmergeyan hatine kirin.

Wezaretê amaje pê kir ku hemû rêkarên fermî hatine bicihanîn û xwest ku kes ji “nûçeyên derew” û gotegotan bawer neke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst