Li Germiyanê çi qewimî, rewşa dawî çawa ye?

26-08-2024
Nîşan Germiyan Heşdî Şebî Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Kawe Xerîb ragihand ku Heşdî Şebî bi temamî ji germiyanê vekişiyaye û niha rewş aram e.

 Milîsên Heşdî Şebiyê doh bi çekên giran çûne parzûngeheke Petrolê ya li Germiyanê.

Heşdî Şebî ketibû Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Kulecoyê û piştî demeke vekişiyabû.

“Rewş bi temamî normal e”

Fermandarê Lîwaya 5an a Pêşmergeyan Kawe Xerîb li ser rewşa dawî ya Germiyanê ragihand:

“Rewşa li Kulecoyê bi tevahî normal bûye, çekdarên Heşdî Şebiyê li herêmê nemane.”

Kawe Xerîb diyar kir ku Heşdî Şebiyê piştî vekişînê tiştekî din ê nelirê nekiriye û got:

“Niha hêzên lîwayên 5 û 17an ên Wezareta Pêşmergeyan û Polîsên Gaz û Petrolê li gundê Seyd Midrîk û herêmên li derdorê bi cih bûne.”

Îdiayên Heşdî Şebiyê

Fermandarê Operasyonan ê Heşdî Şebiyê yê Diyaleyê Talîb Musewî jî doh li ser bûyerê ji Rûdawê re gotibû:

“Çûne me ji bo operasyoneke leşkerî bû û em bi kordînasyona bi Pêşmergeyan re çûn.

Me bi rêya dronan tesbît kir ku li wê herêmê DAIŞî hene û me bi hevahengiya bi Pêşmergeyan re ev operasyon kir.”

Divê were gotin ku Pêşmergeyan îdiayên “hevahengiyê” red kiribûn.

“Armanca wan dagirkirina bîrên petrolê ye”

Li hêla din, Alîkarê Fermandarê Lîwaya 9an a Pêşmergeyan Nasir Mihemed ragihandibû ku Heşdî Şebî ketiye herêma wan jî û paşê vekişiyaye û got:

“Ti hevahengiya wan nebû bi me re. Armanca wan tenê dagirkirina bîrên petrolê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst