Li Xezzeyê agirbest hat ragihandin

20-05-2021
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Xezze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîlê agirbest pesend kir ku îşev dikeve warê cîbicîkirinê. Ev zêdetirî hefteyekê şer û pevçûnên dijwar di navbera Îsraîl û Hemasê de berdewam bûn.

Kabîneya Ewlekarî ya Îsraîlê biryara agirbestê pesend kir. Li gor zanyariyên hatine belavkirin, agirbest îşev demjimêr 02.00 dikeve warê cîbicîkirinê.

Îsraîlê ji bo ragihandin û berdewamkirina agirbestê mercê rawestinadina êrişên mûşekî yên ji aliyê Hemasê ve daniye.

Kabîneya Ewlekarî ya Îsraîlê îşev demjimêr 19.00 li ser gotûbêjkirina agirbestê li Xezzeyê kom bûbû.

Li aliyê din Tevgera Hemasê jî bi daxuyaniyekê biryara agirbestê piştrast kir û ragihand ku demjimêr 02.00 agirbest destpê dike.

Ji roja 10ê Gulanê ve şer û pevçûn di navbera Hemas û Îsraîlê de li Xezzeyê berdewam in û Îsraîlê bombebaraneke tund bo ser Xezzeyê dabû destpêkirin.

Herwiha Tevgera Hemasê jî bi hezaran mûşek arasteyî Îsraîlê kiribûn.

Li gor dawî amaran, di encama şer û bomberanan de 65 jê zarok 232 kes ji aliyê Filistînê û 12 kes jî ji aliyê Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Amerîkayê Joe Biden berî niha peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu encam dabû û daxwaza rawestandina şer kiribû.

Moussa Abu Marzouk ku yek ji berpirsên pilebilind ê Hemasê ye, berî niha ragihandibû ku ew çaverê dikin di nava 1-2 rojan de li ser lihevkirina herdu aliyan li Xezzeyê agirbest bê ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst