Feysel Miqdad: Sûriye pêşwaziyeke germ li her koçberekî xwe dike

19-05-2023
Loloxan
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Feysel Miqdad Sûriye Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 12 salan ji cemidandina endamtiya Sûriyê bo nav Komkara Erebî bi sedema krîz û şerê navxwe, Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el-Miqdad bo amadekariyên Lûtkeya Komkara Erebî çû bajarê Cedde yê Siûdiyê.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el-Miqdad dibêje “Em bi hêvî ne ev lûtke li Şahnişîna Erebî ya Siûdiyê li bajarê Cedde yê ciwan biser keve. Em hatine bi armanca ev lûtke biser keve û li gel birayên xwe yên Ereb kar bikin daku rûbirûyê astengiyan bibin. Ez herdem geşbîn im, heta di rewşên herî zehmet de jî, dema em li gel birayên xwe yên Ereb bin em hest bi geşbîniyê dikin, bi hêviya serkeftinê bo vê lûtkeyê.”

Piştre Wezîrê Derve yê Sûriyê li gel Wezîrê Derve yê Libnanê civiya, herdû wezîran pirsa vegera koçberên Sûrî li Libnanê bo welatê wan gotûbêj kirin.

Feysel el-Miqdad got jî “Çavpêketina li gel wezîrê paye bilind birayane bû, ev jî nêşana wan peywendiyên xurt in di navbera herdû welatan de. Herdû aliyan tekezî li ser vegera pêwîst a koçberan bo Sûriyê kir. Sûriyê pêşwaziyeke gerim li hemû welatiyên xwe dike. Qet Sûriyê ti welatiyekî ji vegerê bêpar nake. Lê pêwîstiya vegera wan bi alîkariyê heye, çi welatên Rojava piştîvaniyê bikin an na, lê derî herdem ji koçberan re vekirî ye.”

Li gor çavdêrên peywendîdar, Vegerandina Sûriyê ji aliyê welatên Ereb bo nav Komkara Erebî bi armanca Ereb ji nêzîk ve bikaribin guşarê li Esed bikin bi aramnca çareserkirina krîz vî welatî, di dema Amerîka û piraniya welatên Rojava asayîkirina peywedndiyan berî çareserkirina krîza vî welatî li gor biryara 2254ê red dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst