Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku heta Hemas daxwazên wan bi cih neyîne dê agirbest pêk neyê.
Qonaxa yekem a agirbestê dê îro saet 08:30ê bi dema Xezeyê (09:30ê sibehê bi dema Hewlêrê) dest pê bikira ku şer raweste û di 42 rojan de 33 dîlên Îsraîlî li hemberî bi sedan girtiyên Filistînî werin berdan.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku Hemas pêbendî agirbestê nebûye û lîsteya navê wan 3 dîlan pêşkêş nekiriye ku biryar bû îro werin berdan.
Hemasê jî ragihand ku derengketina pêşkêşkirina lîsteyê “ji ber sedemên teknîkî” bûye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu hişyarî dabû ku eger lîste negihêje destê wan, ew dê pêbendî agirbestê nebin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse