Agirbesta li Xezeyê 2 rojên din hat dirêjkirin

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Xeze Îsraîl Agirbest Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hemasê ragihand, “Me ji bo 2 rojên din dirêjkirina agirbestê, bi Misir û Qatarê re li hev kir.”

Wezareta Karên Derve ya Qeterê jî diyar kir ku wan ji bo dirêjkirina “agirbesta mirovî” ya li Xezeyê li hev kiriye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd El Ensarî, derbarê geşedanan li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da.

Ensarî bal kişand li ser encamên navbeynkariya di navbera Îsraîl û Hemasê de û got ku wan ji bo 2 roj dirêjkirina agirbestê li hev kiriye.

Hemasê jî agahiya dirêjkirina agirbestê, li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand.

Artêşa Îsraîlê 21ê Çiriya Paşînê, rêkeftina pevguhertina rehîneyan a bi Hemasê re qebûl kir.

Di berdêla berdana 150 girtiyên Filistînî ku di nava wan de zarok û jin hene, dê 50 dîlên Îsraîlî bêne berdan û li ser vê peymanê 4 roj agirbest hatibû ragihandin.

Di çarçoveya agirbestê de, heta niha 40 dîlên Îsraîlî û 117 girtiyên Filistînî jî hatine berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst