Artêşa Efxanistanê hewl dide deriyên sînorî ji destê Talîbanê derxe

17-07-2021
RÛDAW
Nîşan Artêşa Efxanistanê Talîban Pakistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Deriyê sînorî yê Spîn Boldak ê dikeve navbera Herêma Qendehar a  Efxanistanê û  Belûcistana Pakistanê û artêşa Efxanistanê hewl dide wî derî ji dest Talibanê derxe.

Li gorî berpirsên Pakistanê di wî şerî de, hejmarek ji çekdarên Talibanê bi giranî birîndar bûn û bo nexweşxaneyên Pakistanê hatin birin daku çareseriyê li wir werbigrin.

Ew derî niha li pêşiya vegera xelkê girtî maye. Lewra beşek ji xelkê Efxanistanê li aliyê Pakistanê asê mane.

Welatiyekî Efxanî, dibêje, “Li aliyê din yê sînor şer berdewam e dinavbera hikûmet û Talibanê de, li vî alî jî sînor girtiye, divê şer bê rawestandin, da ku em bikaribin derbas bin û vegerin malên xwe.”

Taliban dibêje ji %85 ji xaka Efxanistanê ketiye bin destê wan, di nav de hejmarek deriyên sînorî yên giring  jî hene, li gel  Îran, Tacikistan û Pakistanê.

Bi vî awayî ew hewl dide damara sereke ya bazirganiyê li ser Hikûmeta Kabulê qut bike û çavkaniyeke dahatê ya giring bixe destê xwe, ji ber ku piraniya sînorên Efxanistanê bejayî ne û beşeke mezin ji hinardekirin û hawirdekirinê bi rêya deriyên sînorî tê kirin.

Şanderê taybet ê Amerîka bo Efxanistanê, matmay îmaye ji ber pêşketinên  bi lez ên Talibanê.

Zilmay Xelîl Zad, Şanderê Taybet ê Amerîka bo Efxanistanê, “Min pêşbênî dikir  Taliban navçeyeke du carî bêhtir ji navçeyên ku berê di bin destê wan de bû kontrol bike, lê kontrolkirina bi lez û rûberê wan navçeyên kontrolkirî , ne dihat pêşbînîkirin.  Ez bawerim ev pirs bi çareseriya leşkerî û bi pêşketina Taliban nabe, divê rêkeftineke siyasî hebe, da ku şer bi dawî bibe.”

Rûsya jî ji aliyêkî ve ditirse ew şer bibe sedema têkçûna aramiya welatên cîranê Efxanistanê ku piraniya wan berî niha endamên Yekîtiya Sovyetê bûn.

Wezîrê Derve yê Rûsya ku dibîne hîn zûbû  Amerîka  ji Efxanistanê vekişe dibêje, Amerîka li Efxanistanê şikest.

Sergei Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsya, “Amerîka ew bicî hiştin , Serok Biden ew yek piştrast kir, ji ber ku ew dibînin ku wan erkê xwe birin serî, bê guman wan hewl da vekşandina xwe bi erênî bidin  xuyakirin, lê her kes dizane  ku ew di erkê xwe de şikestin.”

Hewlên Encûmena Aştiyê  a Efxanistanê jî bo pêkanîna rêkeftinekê di navbera Taliban û Hikûmetê de berdewam in, Roja Înê şanda Hikûmetê çû Dohaya Qeterê  da ku li wir danûstandinên aştiyê berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst