Li Dûbaiyê agir bi avahiyekê ket: Herî kêm 16 kesan canê xwe ji dest dan

16-04-2023
RÛDAW
Nîşan Dûbaî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dûbaî ya Îmarata Erebî agir bi avahiyekê ket û herî kêm 16 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî medyaya herêmî, îro Yekşemê 16ê Nîsana 2023an derengî şevê agir bi qata çaremîn a avahiyeke niştecihbûnê li taxa Ras a Dûbaiyê ket.

Hêza Berevaniya Şaristanî di daxuyaniyekê de got, “Lêkolînên destpêkê diyar dikin ku şewat ji ber nebûna pêdiviyên ewlehiyê di avahiyê de rû daye.”

Dûbaî yek ji heft mîrnişînên Îmarata Erebî ye û nifûsa wê 3,3 milyon e. Ji %90 xelkê biyanî ne. Heta niha nasnameyên qurbaniyan nehatine eşkerekirin.

Li bajêr ev çend car in şewat derdikeve û ziyanên madî û canî tê de çêbûne.

Di sala 2017an de, rayedarên bajêr tedbîrên tund ên pêşîlêgirtina agir ragihandin ku di nav de sînordarkirina mîqdara materyalê ku li derveyî avahiyan têne bikar anîn, lewra hemî materyalên ku dişewitin li derveyî avahiyan hatin qedexe kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst