Benjamin Netanyahu: Em dê bi piştgiriya Serok Trump bersivê bidin Îranê

16-02-2025
RÛDAW
Nîşan Marco Rubio Benjamin Netanyahu Quds Xeze Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îstraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku dê bi piştgiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump bersivê bidin gefên Îranê.

Benjamin Netanyahu li Qudsê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêşwazî kir.

Netanyahu û Marco Rubio li Qudsê li hevdû civiyan.

Serokwezîrê Îsraîlê û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê piştî civînê di konferanseke rojnamegeriyê de axivîn.

Netanyahu di konferansa rojnamegeriyê de got:

 "Me li ser wê yekê li hev kir ku divê Ayetulah çekên nukleerî bi dest nexin.

Her wiha me li hev kir ku divê bersiva neyartiya Îranê ya li herêmê were dayîn.

16ê meha borî Îsraîlê goleke mezin li eniya terorîst a Îranê da.

Di bin serkêşiya bihêz a Serok Trump û piştgiriya we de, ez bawer im ku em dê karibin karê xwe biqedînin."

"Îsraîl û Amerîka mil bi mil radiwestin"

Piştî ku şerê Hamas û Îsraîlê 07.10.2023an dest pê kir, artêşa Îsraîlê li Xezeyê dijî Hemasê û li Libnanê dijî Hizbulahê dest bi şer kir.

Serokwezîrê Îsraîlê got, "Di rûbirûbûna gefa Îranê de, Îsraîl û Amerîka mil bi mil radiwestin."

Netanyahu bi hilbijartina Trump a wekî Serokê Amerîkayê kêfxweş bûye.

Serokwezîrê Îsraîlê di wê baweriyê de ye wekî serdema beriya niha ya Trump dê dîsa ambargoyan deynin ser Îranê û zextê li Tehranê bikin.

Marco Rubio jî ragihand ku nabe ku Îran bibe xwediyê hêza nukleerî û wî Îran wekî mezintirîn çavkaniya bêîstiqrariya herêmê bi nav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê behsa destêwerdana Îranê ya li herêmê kir û wiha domand:

"Îran mezintirîn çavkaniya bêîstiqrariyê ya herêmê ye.

Li pişt her komeke terorîst, li pişt her kiryareke tundûtîjiyê, li pişt her tevgereke terorîst, li pişt her tiştê ku gefê li aştî û aramiya bi milyonan kesan dike ku vê herêmê wekî mala xwe dibînîn Îran heye.

Divê Îran nebe xwedî çekên nukleerî, Îraneke nukleerî dikare paşê xwe ji zextan biparêze.

Divê ev ti carî çênebe, Serok (Trump) li ser vê yekê gelekî zelal bû

Eger em behsa Hemas yan Hizbullahê bikin, yan behsa tundûtîjiya li Xeta Rojavayê bikin, yan jî bêîstîqrariya Sûriyeyê, yan her mijareke din, mîlîsên Îraqê li pişt hemûyan aliyek heye ew jî Îran e."

"Deriyên dojehê dê werin vekirin"

Serokwezîrê Îsraîlê jî got: "Ez û Serok Trump bi hevahengî û hevkariyeke zêde bi hev re dixebitin.

Stratejiyeke me ya hevbeş heye û em nikarin tim hûrgiliyên wê stratejiyê eşkere bikin bi taybetî hûrgiliyên dema vekirina deriyên dojehê (li ser Xezeyê) ku bêguman eger hemû dîlên me neyên berdan, derî dê werin vekirin.

Em dê şiyana leşkerî û rêvebiriya siyasî ya Hemasê ji holê radikin.

Em dê hemû dîlên xwe vegerînin welêt û em dê piştrast bin ku Xeze ti carî nabe gef li ser Îsraîlê.

Ez û Wezîr Marco Rubio li ser dîtinên mezin û diyar ên Trump ji bo Xeze û paşeroja Xezeyê axivîn.

Her wiha ka em dê çawa bixebitin da ku piştrast bin ew paşeroj dibe rastî.”

“Divê Hamas were tunekirin”

Serokê Amerîkayê Donald Trump, pêşniyar kiriye ku Amerîka dest deyne ser Xezeyê, xelkê wê bişîne Urdin û Misirê û bajêr jinûve ava bike.

Pêşniyara Trump bû sedema nerazîbûnan, berpirsên welatên Kendava Erebî, Yekîtiya Ewropa (YE) û Rojhilata Navîn diyar kir ku nabe xelkê Xezeyê bê koçberkirin.

Wezîrê Amerîkayê behsa paşeroja Hamas û Xezeyê kir û got:

 "Êdî nabe ku Hamas wekî hêzeke leşkerî û hikûmî hebe.

Heta Hamas wekî hêzekê bimîne ku bikare hikûmdariyê bike, Xezeyê birêve bibe, yan jî wekî hêzek ku gefa bikaranîna tundûtîjiyê bike; aştî ne mumkin e.

Divê ew bên tunekirin, divê dawî li wan were anîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst