Wan êriş şermezar kiribû: Îranê bangî balyozên sê welatan kir

14-04-2024
Nîşan Îran Balyoz Brîtanya Almanya Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îranê, bangî balyozên Brîtanya, Almanya û Fransayê yên Tehranê kir.

Brîtanya, Almanya û Fransayê êrişa doh êvarî ya Îranê ya li ser axa Îsraîlê şermezar kiribû.

Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku wan ji ber şermezarkirin û daxuyaniyên wan ên tund ên li ser êrişa Îranê bangî balyozên van her sê welatan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Îranê ji balyozên Brîtanya, Fransa û Almanyayê yên Tehranê re behsa dilgiraniya xwe kiriye.

Wezaretê ji balyozan re eşkere kir, Îran wekî mafê xwe dibîne ku xwe li hemberî êrişên Îsraîlê biparêze.

“Îran pabendî prensîbên Neteweyên Yekbûyî ye”

Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha da zanîn êrişa li ser Îsraîlê di çarçoveya mafê parastina rewa ya di Madeya 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatiye kirin.

Di berdewamiya daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê jî de wiha hat gotin:

“Êrişa li ser Îsraîlê bi taybetî bersiveke êrişa li ser Konsulxaneya Îranê ya Şamê ye.

Îran, pabendbûna xwe ya bi prensîp û armancên Peymana Neteweyên Yekbûyî dubare dike.

Îran, bi biryar e serwerî, yekparçeyîya ax û berjewendîyên xwe yên neteweyî li hemberî her cure neqanûniyekê biparêze.”

Çi bûbû?

Îsraîlê 1ê Nîsanê êrişî avahiya Konsulxaneya Îranê ya Şamê kiribû.

Di êrişê de ji Supaya Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.

Îranê ragihandibû ku êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê tê wateya êrişkirina ser axa wan û ew dê bersivê bidin.

Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew jî dê bersiva êrişa Îranê bide.

Doh Îranê bi sedan dronên kamîkaze, mûşekên balîstîk û krûz êrişî Îsraîlê kir.

Îranê ragihand ku li hin armancên leşkerî hatiye xistin.

Îsraîlê jî ragihand ku piraniya êrişan bi sîstema parastina asmanî hatine astengkirin lê mûşekek li baregeheke leşkerî ketiye.

Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Erebistana Siûdî, Urdin û Yekîtiya Ewropayê êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê şermezar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst