“Lihevhatina Îran, Siûdî û Sûriyê ya bi navbeynkariya Çînê serdestiya Amerîkayê lawaz dike”

13-04-2023
Loloxan
“Lihevhatina Îran, Siûdî û Sûriyê ya bi navbeynkariya Çînê serdestiya Amerîkayê lawaz dike”
“Lihevhatina Îran, Siûdî û Sûriyê ya bi navbeynkariya Çînê serdestiya Amerîkayê lawaz dike”
Nîşan Erebistana Siûdî Sûriye Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Sûriyê serdana Erebistana Siûdî kir û bi Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan re civiya û her du welatan daxuyaniyeke hevbeş derxistin. Bi nerîna şîrovekarekî Sûrî ji ber ku "Lihevhatina Sûriyê û Erebistana Siûdî bi destê Çînê bûye ev yek serdestiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn lawaz dike."

Di wê daxuyaniyê de, xwestin serweriya axa Sûriyê were parastin, hemû grûpên çekdar ji Sûriyê derkevin, weke gaveke destpêkê konsolxaneyên xwe li Riyad û Şamê vekin û geştên asmanî di navbera herdû welatan de dest pê bikin.

Îran û Erebistana Siûdiyê bi navbeynkariya Çînê li hev hatin. Hevdem Sûriye û Siûdiyê jî peywendiyên xwe asayî kirin.

Şîrovekarê Sûrî Mihemed el-Umerî anî ziman, “Nêzîkbûn û lihevhatina Îran û Siûdiyê û asayîkirina peywendiyan di navbera Sûriyê û Siûdiyê û Siûdiyê û Hûsiyên Yemenê de, wê yekê nîşan dide ku serdestiya Amerîkayê li Rojhilata Navîn di kêmbûnê de ye.”

Bi nerîna şîrovekarê Sûrî, Çîn dixwaze pirsgirêk û nakokiyan di navbera welatên Rojhilata Navîn de çarser bike, di dema Amerîka serdestiya xwe li navçeyê bi rêya pêxistina şer û kûrkrina milmilneyan berdeswm dike.

Şîrovekarê Sûrî Mihemed el-Umerî got, “Li ba me du şêwazên navdewletî hene. Yekem şêwaza Amerîka ku li ser pêxistrina şer û çêkirina milmilaneyan li ser asta navdewletî radibe û duyem jî şêwaza Çînê ye ku krîz û milmilaneyan bi awayekî aştiyane çareser dike û dijî serdestiya Amerîkayê ye û dixwaze cîhaneke pir cemser ava bike dûrî hevpeymaniyên serbazî ber bi hevbeşî û alîkariyê.”

Li gor çavdêrên peywendîdar, erdheja 6ê Sibata 2023an bû sedema vekirina deriyê asayîkirina peywdendiyan di navbera Sûriyê û piraniya welatê Erebî de, di dema dosyeya 12 salên krîz, şerê navxwe û çareseriya siyasî ya vî welatî li ser asta navherêmî û navdewletî hatiye paşguhkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst