Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got, “Em dê ji bo damezrandina dewleta Filistînê ya ku dê paytexta wê Qudisa Rojhilat be têkoşînê bidomînin.”
Bi amadebûna Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf di navbera Tirkiye û Pakistanê da 24 peyman hatin îmzakirin.
Erdogan û Şerîf Şahbaz civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ku berî Civîna 7emîn a Konseya Hevkariya Stratêjîk a Astbilind, ew û Şahbaz Şerîf ji xeynî pêwendiyên dualî, bi berfirehî li ser rûdanên herêmî û gerdûnî rawestiyan.
Erdogan di axaftina xwe de got:
"Em bi Birêz Serokwezîr (Şahbaz Şerîf) re hemfikr in ku em xebatên xwe zêde bikin ku bazirganiya me bigihîje 5 milyar dolaran.
Bi Platforma Kar a Tirkiye-Pakistanê em dixwazin hilberînên xwe yên bi Pakistanê hîn zêdetir bikin."
“24 peyman hatin îmzekirin”
Erdogan derbarê Civîna 7emîn a Konseya Hevkariya Stratêjîk a Astbilind jî wiha got:
“Me di warê bihêzkirina têkiliyên xwe de li hev kir. Di vê çarçoveyê de 24 peyman hatin îmzekirin."
“Ji bo damezirandina Dewleta Filistînê em dê bi sebir têbikoşin”
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha destnîşan kir ku ji bo damezrandina dewleta Filistînê ew dê bi sebr têbikoşin û wiha got:
"Em dê ji bo damezrandina dewleteke Filistînê ya paytexta Qudsa Rojhilat, xwedî erdnîgariyeke serbixwe û serwer, li ser asta sînorên 1967an, têkoşanê bidomînin.
Di serdemekê de ku bi pêşniyazên dervayî hiqûq û wijdanê, hewl didin birayên me yên Xezeyî ji welatê wan cuda bikin, em dixwazin helwesta xwe ya biryardar bi hêz bikin.”
Ji aliyê din ve, Serokwezîrê Pakistanê jî di axaftina xwe de bal kişand ser têkiliyên dualî û wiha got:
“Tirkiye û Pakistan du welatên wisa ne ku di navbera wan da têkiliyeke bêhempa heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse