20 rêxistin daxwaz dikin ku koçberên Sûrî neyên deportkirin

12-05-2023
RÛDAW
Nîşan Libnan Koçberên Sûrî Deportkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 20 Rêxistinên navxweyî û navdewletî daxwaz ji hikûmeta Libnanê kirin ku koçberên Sûrî deport neke.

Roja 11ê Gulanê, 20 20 rêxistinên navxweyî û navdewletî di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Libnanê kirin deportkirina koçberên Sûriyê li ba xwe rawestîne.

Di daxuyaniya her 20 rêxistinan de hat ragihandin di dema dawî de artêşa Libnanê bi sedan koçberên Sûrî bo welatê wan bi zorê şandine, di dema li welatê xwe rûbirûyê girtin û êşkencedanê dibin.

Di beşekî din a daxuyaniya her 20 rêxistinan de hat diyarkirin ku di nav wan de jî Tora Sûrî ya Mafên Mirovan heye, divê di medyaya Libnanî de axaftina dijatiya koçberên Sûrî raweste ku dibe sedema cudahî û tundûtîjiyê dijî koçberan.

Li gor Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji destpêka Nîsana borî û heta niha hikûmeta Libnanê 168 koçberên Sûrî bi zorê vegerandine welatê wan. Herwiha di 24ê Nîsana borî de jî Human Rights Watch daxwaz ji hikûmeta Libnanê kir, ku divê yekser deportkirina koçberên Sûrî rawestîne, ji ber ew yek dijî yasaya navdewletî ya taybet bi koçberan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst