Danezana Lûtkeya Hevpar a Yekîtiya Ereban û Teşkîlata Hevkariya Îslamî hat eşkerekirin

11-11-2023
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Ereban Teşkîlata Hevkariya Îslamê Riyad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê, Lûtkeya Hevpar a Yekîtiya Ereban û Teşkîlata Hevkariya Îslamê hat lidarxistin.

Piştî Lûtkeya Hevpar a Yekîtîya Ereban û Teşkîlata Hevkariya Îslamê danezana ku serokên dewlet û hikûmetên welatên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê û Lîga Ereban li serê li hev kir, hat weşandin.

Di daxuyaniyê de bangî dewletan hat kirin ku demildest hinardeya çekên ku artêşa Îsraîlê li Xezeyê bi kar tîne rawestînin.

Yekîtîya Ereban û Teşkîlata Hevkariya Îslamê di danezana lûtkeyê de got:

"Em ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dixwazin ku lêpirsîna derbarê sûcên şer ên ku Îsraîlê kirine temam bike.

Em bangî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî dikin ku derbarê bikaranîna çekên kimyewî ya ji aliyê Îsraîlê ve lêkolînê bike.

Em bang dikin ku konferanseke aştiyê ya navneteweyî di demeke kurt de bicive.

Em dixwazin ku dorpêça li dijî Xezeyê bê şikandin û karwanên alîkariyê demildest bikevin herêmê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst