Sûdanî û Beşar Esed civiyan

11-11-2024
RÛDAW
Nîşan Beşar Esed Mihemed Şiya Sûdanî Lûtkeya Erebî - Îslamî Erebistana Siûdî Riyad Xeze Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed li Riyada paytexta Erebistana Siûdiyê civiyan.

Ofîsa Serokwezîriya Îraqê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Mihemed Şiya Sûdanî û Beşar Esed di çarçoveya Lûtkeya Erebî-Îslamî de civiyan.

Ofîsa Sûdanî diyar kir ku her du aliyan êrişên li Xeze û Libnanê gotûbêj kirine.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de pêwendiyên dualî yên di navbera her du welatan de û rêyên baştirkirina pêwendiyan di warên cuda de hatin gotûbêjkirin.

Serokwezîriya Îraqê amaje bi wê yekê kir ku her du aliyan tekez kir ku dê li hemberî êrişên Îsraîlê yên li Xeze û Libnanê yekhelwest û yekdeng bin.

Mihemed Şiya Sûdanî îro sibêhê ji bo tevlî Lûtkeya Erebî-Îslamî bibe çû Riyadê.

Şerê Îsraîl û Hemasê, êrişên Îsraîlê yên li Libnan û Sûriyeyê mijarên sereke yên Lûtkeya Erebî-Îslamî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst