Welatên cîhanî ji bo hevkariya Lubnanê kom dibin

09-08-2020
RÛDAW
Konferansa Hevkariya Navdewletî bo Lubnanê tê sazkirin
Konferansa Hevkariya Navdewletî bo Lubnanê tê sazkirin
Nîşan Lubnan Teqînên Beyrûtê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro konferansa onlin a alîkariya navdewletî bo Lubnanê bi destpêşxeriya Serokomarê Fransayê bi rêve diçe û tê payîn bi dehan milyon dolar hevkariya  bo wî welatî mexdûr bên kom kirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bo Lubnanê deriyê xêr û bêrê li ber wî welatî vekir, Macron serpereştiya konferansekê dike ku bi dehan milyon dolar hevkariya darayî bi rêya konferanseke online bo wî welatî mexdûr kom dike. Ev ji xeynî wêya ku welatên cîhanê berê anîbûn ziman ku bi dehan milyon dolar wek alîkariya mirovî dişînin ji Lubnanê re.

Lê wiha naxuye ku pirsgirêka xelkê tenê bi hevkariya mirovî were çareserkirin, êvara roja Şemiyê bi hezaran kesan Parlamentoya Lubnanê kevirbaran kirin û daxwaza reformeke baş dikirin. Xwepêşandan bûn sedema aloziyê, xelk û hêzên ewlekariyê li beramberî hev rawestiyan, xelkê bi keviran û hêzên ewlekariyê jî bi gaza rondikrêj û guleyên plastîkî bersiva hev dan.

Zerarên Teqîna Beyrutê:  10-15 milyar dolar ziyan, zêdeyî 170 kesan canê xwe ji dest dane û bi kêmanî 80 kes wenda ne û derdora 6000 kes birîndar bûne û 300,000 kes bê mal bûne.

Welatên cîhanê bi pere û alîkariya mirovî amadebûna xwe pêşan dane ku hevkariya Lubnanê bikin, rojane firokeyên barhilgir ên welatan li Beyrutê dideynin û alîkariyê radestî desthilatdarên Lubnanê dikin.

Hevkariya bo Lubnanê ev e:  Amerîka 17 milyon dolar, Brîtanya 6.6 milyon dolar di,  Fransa 55 pisporên emnî, 6 ton alavên pizîşkî, 10 pizîşkên bihewarveçûnê, Qubris du firokeyên gerê, 10 pisporên ger û dîtinê, Çekya 36 pisporên ger û dîtinê, Danîmarka 600 cilûbergên dijî maddeyên kîmyayî, Misir 2 firokeyên alavên pizîşkî,  Almanya,  1.2 milyon euro û 15 ton alîkariya mirovî pêşkeş dike weke alîkarî.

Ligel alîkariya mirovî ya 15 welat, rêxistin û civaka navdewletî ya bi dehan milyon dolar, ji alavên pizîşkî û mirovî bigre heta digihe têmên agirvemirandinê, tîmên lêkolînê, kuçik bo dîtina qurbaniyan û xistina tevgerê ya setelaytê ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve bo texmînkirina zerar û ziyanan.

Bendera Beyrutê ku teqîn lê çêbû, deriyê hawirdekirina ji sedî 60ê pêdiviyên rojane yên Lubnanê ye. Loma tê çaverêkirin ku di çend hefteyên bê de  krîza kêmbûna xwerak, derman û pêdiviyên din jî li Lubnanê serî hilde.

Teqîna Beyrutê di demekê de çêbû ku Lubnan di warê aborî de di qonaxeke herî dijwar re derbas dibe û hikûmet nêzîkê îflasbûnê bûye. Fona Dravê Navdewletî pêşbînî kiriye ku aboriya Lubnanê di 2020ê de ji sedî 12 dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst