Amerîka: Divê serederiyeke mirovane bi hemû penaberan re bê kirin

23-07-2023
Nebîl Omer Yûsif
Nîşan Amerîka Lubnan Penaberên Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ji gotara li dijî penaberên Sûrî yên li Lubnanê û nîşandana wan weke sedemên krîza li wî welatî dilgiran in.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, welatê wî li wê yekê mikûr tê ku hebûna penaberên Sûrî guvaşekê li ser civakê û jêrxaneya Lubnanê çê dikin lê di heman demê de tekez kir ku divê serederiyeke mirovan e bi hemû penaberan re bê kirin û her kesekî ku hatibe girtin, parastina wî ya yasayî hebe.

Miller diyar jî kir ku divê vegera penaberan dilxwazî, ewle û bi rûmet be û bi hevahengî ya ligel Komisyona Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan be.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê her wiha destnîşan kir, Amerîka rê li ber vegera bi dilxwazî nagire lê rewşa niha ya Sûriyê rê bi vegera rêkxistî ya Sûriyan nade.

Wezîrê Koçberan ê Lubnanê jî Îsam Şerefedîn ragihand, rewşa ewlekariyê ya Sûriyê baş e û welatê wî niha rûbirûyî astengiyan dibe ji bo plana vegerandina penaberên Sûriyê û gefa cezayan li wan tê xwarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst