Serokwezîrê Îsraîlê, Hizbulah û Lubnan tehdîd kirin

23-10-2023
Nîşan Binyamîn Netanyahu Hizbulah Lubnan Tehdîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu Hizbulah û Lubnan tehdîd kirin.

Netanyahu li ser Hizbulahê got ku heke beşdarî şer bibe "dê şaşiya jiyana xwe" bike.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê, Netayahu dema serdana baregha artêşê ya li bakurê welêt, bangî leşkeran kir û anî ziman ew "cenga hebûnê dimeşînin".

Natanyahû destnîşan kir ku li bakur ji bo rawestandina tehdîdê û li başûr jî ji bo nehiştina Hemasê ew şer dikin.

Li aliyê din, wî diyar kir ku ew hîn nizanin “ka Hizbulah dixwaze tevlî şer bibe yan na.”

“Ew dê şaşiya jiyana xwe bike”

Netanyahû di axaftina xwe de berê xwe da Hizbulah û Lubnanê û wiha got:

"Heke Hizbulhah bixwaze tevlî şer bibe, ew dê bêriya Cenga Tîrmeha 2006an bike. Ew dê şaşiya jiyana xwe bike.

Em dê bi şêweyekî ku nikare xeyal bike, wê seqet bikin. Ev dê ji bo Hizbulah û Lubnanê fecî be. Em ji bo hemî cure senaryoyan amade ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst