Wezîrên Derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê dê sibê bicivin

09-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e sibe roja Çarşrmê Wezîrên Derve yên Tirkiyê, Sûriyê, Rûsya û Îranê li Mosko bicivin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku roja Çarşemê 10ê Gulanê, Wezîrên Derve yên her çar welatan dê li Moskowê bicivin.

Di civînê de, dê pêwendiyên Tirkiyê û Sûriyê û egera asayîkirina pêwendiyên her du welatan bên gotûbêjkirin.

Li gor hin çavkaniyên Sûrî ku ji medyayê re axivîne, di civînê de dê hin mijarên meydanî li bakurê Sûriyê wek vekirina rêya M4 bên gotûbêjkirin.

Piştî civînên di navbera Wezîrên Berevaniyê û serokên dezgehên Îstîxbaratê yên welatên Rûsya, Tirkiye, Sûriye û Îranê, ev yekem car e ku Wezîrên Derve yên her çar welatan li hev bicivin.

Civîna her çar welatan a li Moskowê di demekê de ye, ku wezîrên derve yên welatên Ereb pêr biryar dan ku Sûriye piştî 12 salan vegere nav Komkara Erebî.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst