Îran û Tirkiyê bi hev re herêma bazirganiyê ya serbest ava dikin

09-05-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Îran Herêma Bazirganiyê ya Serbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Encûmena Bilind a Herêmên Aboriya Serbest û Taybet a Îranê Huccetullah Ebdulmelekî ragihand ku di navbera Îran û Tirkiyê de bi şirîkatî herêma bazirganiyê ya serbest dê were avakirin.

Sekreterê Encûmena Bilind a Herêmên Aboriya Serbest û Taybet a Îranê Huccetullah Ebdulmelekî li Tehranê li Pêşangeha Hinardekirinê ya Îranê (IRAN EXPO 2023) civîna rojnamevanî saz kir û ragihand ku ji bo avakirina herêma bazirganiya serbest a hevpar wan bi 18 welatan re hevdîtin kir.

Huccetullah Ebdulmelekî diyar kir ku di vê mijarê de wan bi Tirkiyê re hevdîtin kir û wiha got: "Di çend mehên dawîn de pisporên me bi mixatabên xwe re bi giştî wek online danûstandin kirin. Ji bo avakirina herêma bazirganiyê ya serbest a hevpar metna lihevkirinê hat amadekirin, ev lihevkirin dê di nava mehek du mehan da were îmzekirin."

Ebdulmelekî destnîşan kir ku wan di mehên borî de bi Tirkiyê re di asta parlamentoyê de hevdîtinên erênî kirin, di heman demê de wan li Tirkiyê du herêmên bazirganiyê yên serbest ziyaret kirin, ew ji bo rêvebirina herêmê li ser gavên teknolojiyê sekinîn.

Di heman demê de Ebdulmelekî eşkere kir ku ew li bendê ne ku rêkeftin were îmzekirin, piştî îmzeyê ew dê li ser mijarên hiqûqî, teknîkî û erdnîgarî bisekinin û dest bi çalakiyên herêma bazirganiya serbest bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst