Îsraîlê bi awayê fermî ragihand: Şer dest pê kir!

08-10-2023
Nîşan Îsraîl Filistîn Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê piştî êrişa Hemasê, bi awayê fermî “rewşa şer” ragihand.

Li gorî Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê Serokwezîr Binyamin Netanyahu, Wezîrê Parastinê Yoav Gallant, Serfermandar Herzi Halevi û rayedarên payebilind ên ewlehî û îstixbaratê civîneke ewlehiyê li dar xist.

Di civînê “rewşa şer” hat ragihandin û hat pejirandin ku “çalakiya mezin a leşkerî” dest pê bike.

"Em mecbûrî şer kirin"

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriyê ya Îsraîlê de hat gotin:

“Erişa bixwîn a terorê ya ku ji Xezeyê dest pê kir em mecbûrî şer kirin. Şer 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan dest pê kir.”

Li gorî daxuyaniyê, ji doh ve 600 Îsraîlî û 370 Filistînî mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst