Hemasê 3 dîlên Îsraîlî radestî Xaça Sor kirin

08-02-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Hemas û Îsraîlê de cara pêncan e pevguherîna dîlan tê encamdan.

Di çarçoveya agirbestê û pevguherîna dîlan a di navbera Hemas û Îsraîlê de, Hemasê 3 dîlên Îsraîlî radestî tîmên Xaça Sor kirin.

Piştî ku di navbera Hemas û Îsraîlê de agirbestê dest pê kir, Hemasê cara pêncan dîlên Îsraîlî berdan.

Hemasê doh di daxuyaniyekê de navên dîlan Eli Sharabi, Or Levy û Ohad Ben Ami eşkere kirin.

Piştî radestkirina 3 dîlên Îsraîlî tê çaverêkirin ku 183 Filistîniyên di girtîgehên Îsraîlê de werin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst