Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Çapemeniyê ya Hizbulahê ragihand ku Alîkarê Rêvebirê Leşkerî yê Hizbulahê Cewad El-Tawîl di encama bombebarana Îsraîlê de hatiye kuştin.
Artêşa Îsraîlê, li bajarokê Hirbat Slimê yê li Başûrê Libnanê êrişî wesayîtekê kiribû.
Di ecnama êrişa hewayî de yek ji fermendarên payebilind ên Hizbulahê hat kuştin.
Navneda Çapemeniyê ya Hizbulaha Libnanê têkildarî êrişê bersiva pirsên Rûdawê da.
Navneda Çapemeniyê ya Hizbulahê diyar kir ku kesê hatiye kuştin Alîkarê Rêvebirê Leşkerî yê Hizbulahê Cewad El-Tawîl e.
Ajansa fermî ya Lubnanê NNAyê beriya niha ragihandibû ku li Hirbat Slimê, artêşa Îsraîlê wesayîtek kiriye armanc.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse