4 leşkerên Îsraîlê û 3 çekdarên Hizbulahê hatin kuştin

11-06-2024
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hemas Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh 4 leşkerên wê di şerê Xezeyê de hatin kuştin.

Li aliyê din Hizbulaha Libnanê jî eşkere kir ku di êrişa Îsraîlê de 3 çekdarên wê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê da zanîn ku 4 leşkerên wan li Xezeyê di şerê bi Hemasê re hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlê li ser kuştina leşkerên xwe ti hurgilî nedaye.

Medyaya Îsraîlê amaje bi wê yekê kir ku ew leşker ji ber teqîna malekê ya li herêma Refahê ya başûrê Xezeyê canê xwe ji dest daye.

Lêwayên Qesamê jî di daxuyaniyekê de eşkere kir ku wan xaniyekî tije bombe bi ser leşkerên Îsraîlê de teqandiye û hinek leşkerên Îsraîlê kuştine.

Li aliyê din, Hizbulaha Libnanê ragihand artêşa Îsraîlê roja Duşemê tankêrên Libnanê yên li ser sînorê Sûriyeyê bombenaran kir û ji ber wê bombebaranê 4 çekdarên wan hatine kuştin.

“Îsraîlê 9 mûşek avêtine”

7ê Çiriya Pêşînê Hemasê êrişî Îsraîlê kiribû û di wê êrişê de hezar û 200 kesî canê xwe ji dest dabû.

Li hemberî êrişa Hemasê, Îsraîl û Hizbulaha Libnananê jî êrişî hevdû dikin.

Berpirsekî artêşa Libnanê diyar kir ku Îsraîlê 9 mûşek avêtine karwanekî Artêşa Libnanê. 

Artêşa Îsraîlê herwiha li ser êrişan da zanîn ku wê Yekîneya 4400an a Hizbûlaha Libnanê bombebaran kir.

Di şerê 8 mehên dawî yê Hemas û Îsraîlê de Îsraîl û Hizbulaha Libnanê jî bi awayekî ne yekser cepheyên şer li dijî hevdû vekirine.

Heta niha li Libnanê 90 jê sivîl 462 endamên Hizbulahê hatine kuştin.

Li Îsraîlê jî 15 leşker û 11 sivîl bi giştî 26 kesan canê xwe ji dest da ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst