Koçberên Sûrî yên li Lubnanê bersiva destpêşxeriya Rêveberiya Xweser dan

05-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Lubnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek çalakvanên û penaberên Sûrî li Lubnanê daxuyaniyek derbarê destpêşxeriya Rêveberiya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li ser amadebûna rêveberiyê ji bo pêşwazîkirina penaberên Sûrî yên li Lubnanê belav kirin.

Rêveberiya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser malpera xwe ev daxuyanî belav kiriye û tê de hatiye gotin, beşek ji çalakvan û penaberên Sûrî yên li Lubnanê vê destpêşxeriya Bedran Çiya Kurd erênî dibînin.

Li gor heman daxuyaniyê, ew çalakvan û kesayetiyên opozisyonê daxwaz dikin ku ev destpêşxerî bi awayekî cidî bê cîbicîkirin û peywendî bi aliyên peywendîdar re bê kirin, ji bo ku dest bi veguhastina Sûriyên ku dixwazin werin li Rojhilatê Feratê bijîn berî ku Lubnan wan radestî Hikûmeta Sûriyê bike.

Wan çalakvan û penaberan ev yek wek daxwaz arasteyî Amerîkayê û birayên xwe yên li Rêveberiya Xweser kiriye.

Li gor heman çavkaniyê, çalakvanên li Lubnanê hêviyeke baş di Rêveberiya Xweser de dibînin weke nûnerekî rasteqîne yê tevahiya xelkê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve û derbek be ji bo wan projeyên ku dixwazin yekgirtin û yekrêziya civaka Sûriyê têk bidin û Sûriyan dûrî hev bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst