Benjamin Netanyahu: Îranê xeletî kir û dê berdêla wê bide

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Îran Êrişa Îranê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser êrişa mûşekî Îranê got:”Îranê xeletî kir û dê berdêla wê bide.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu spasiya Amerîkayê kir û da zanîn ku mûşekên Îranê hatine têkşikandin.

Benjamin Netanyahu piştî êrişa mûşekî ya Îranê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke vîdyoyî belav kir.

Her wiha Netanyahu diyar kir ku êrişa mûşekî ya Îranê hatiye têkbirin.

Netanyahu di berdewamiya peyama xwe de spasiya Amerîkayê kir û da zanîn ku êrişa Îranê bi alîkariya Amerîkayê hat têkbirin.

Netanyahu tekez kir ku Îranê bi wê êrişê xeletiyeke mezin kir û dê berdêla wê xeletiyê bide.

Benjamin Netanyahu di dawiya peyama xwe de tekez kir ku her kî êrişî Îsraîlê bike dê Îsraîl jî êrişî wan bike.

Çi bûbû?

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku saet derdora 19:30î Îranê li dijî Îsraîlê dest bi êrişa mûşekî kir.

Îsraîlê ji welatiyên xwe xwest ku biçin cihê parastî û agahdarî xwe bin.

Spaya Pasdarên Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku bi dehan mûşek avêtine Îsraîlê. 

Artêşa Îsraîlê ragihand ku zêdetirî 250 mûşek hatine avêtin.

Spaya Pasdarên Îranê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş li ser kuştina Îsmaîl Heniye, Hesen Nasralah û Ebbas Nîlfiroşan hatiye kirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

“Em ji bo parastin û êrişan, parastina gelê Îsraîlê di hişyariyeke bilind de ne.

Koşka Spî jî diyar kir ku Serok Joe Biden ji Odeya Qeyranan a Koşka Spî rewşa dawî ya êrişa mûşekî ya Îranê dişopînê.

Koşka Spî ragihand ku Biden ji Artêşa Amerîkayê xwest ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hember êrişên Îranê biparêze.

Kuştina Heniye, Nasrallah û Nîlfiroşan

Serokê Polîtburoya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye di Tîrmehê de li Tehranê piştî merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan di êrişekê de hatibû kuştin.

Herwiha 27ê Îlona 2024an Artêşa Îsraîlê baregeha Hizbulahê ya li Beyrûtê bombebaran kir.

Di encamê de Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Spaya Pasdarên Îranê yê Libnanê Ebbas Nîlfiroşan hatin kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst