Siûdî û Kuweytê ji Îranê re: Zeviya Dorra ya me ye

03-08-2023
Kerîm Şewqî
Nîşan Îran Kuweyt Erebistana Siûdî Dorra Areş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdiyê û Kuweytê ragihand ku ew take xwediyên wê zeviya gazê ne ku Îran jî idîa dike ya wê ye.

Zeviya gazê ya di nav deryayê de ku li Îranê wek Areş û li Kuweyt û Erebistana Siûdiyê wek Dorra tê naskirin, demeke dirêj e bûye xala nakokiyê di navbera her sê welatan de.

Desthilatdarên Kuweytî û Erebistana Siûdiyê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand ku tenê ew xwedîmaf in ku weberhêna gazê li wê zeviyê bikin.

Li gor Ajansa Fermî ya Erebistana Siûdiyê her du welatên Ereb ên Kendavê bi armanca destpêkirina danûstandinên ji bo diyarkirina sînorên xwe yên deryayî, bangên xwe yên berê yê ji bo Îranê dubare kirine.

Îran û Kuweyt çend sal in danûstandinê li ser diyarkirina sînorên xwe yê deryayî dikin lê heta niha jî wan li hev nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst