Artêşa Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir

03-12-2023
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand, piştî ku ji Sûriyeyê bi roketan êriş hat kirin, wan jî bi topan bersiv da.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, serê sibehê ji Sûriyeyê roket avêtin aliyê Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku bersiva êrişê hat dayîn û wan bi topan êrişî cihê ku roket jê hat avêtin, kir.

Ji aliyê din ve hat gotin ku ji Libnanê mûşeka dijîtank hat avêtin û mûşek li zeviyekê ket.

Li gorî daxuyaniyê di êrişê de tiştek bi kesî nehat, ji bo bersivdanê wan jî hin cihên aliyê Libnanê da ber topan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst