Li nêzîkê peravên Lubnanê belemek niqûm bû: 2 koçber xeniqîn

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Lubnan Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li peravên bakurê Lubnanê belemeke koçberan niqûm bû û di encamê de du kesan canê xwe ji dest dan û 200 kesên din jî ji aliyê tîmên bihawarveçûnê ve hatin rizgarkirin.

Êvara roja Şemiyê 31ê Kanûna 2022an, belemeke koçberan li nêzîkê Bendera Terablus a Lubnanê ku koçberên Sûriyeyî û nêzîka 50 koçberên Lubnanî hilgirtibûn, rûbirûyê pirsgirêkan bû.

Artêşa Lubnanê jî ragihand ku “Sê keştiyên deryayî, ligel keştiya Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê, gehiştine cihê bûyerê û tîmên bihewarveçûnê 200 kes rizgar kirine.” Herwiha ragihand ku 2 kesên din jî di bûyerê de xeniqîne.

Li gor medya navxweyî jî, herdu kesên xeniqîne, jinek û zarokekî Sûriyeyî ne. Berê artêşa Lubnanê ragihandibû ku keştiyeke deryayî şandine daku belemeke tejî mirov rizgar bike ku bi awayekî neyasayî sînorê avî yê Lubnanê bicîh dihêlin.

Hevdem keştiya Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê piştrast kir ku di operasyoneke ger û rizgarkirinê ya di navbera Beyrut û Terablusê de hevkariya Hêza Deryayî ya Lubnanê dike ku gelek mirov hilgirtibûn û rûbirûyê pirsgirêkan bûbû û hatibû dîtin.

Li gor medya navxweyî, hejmareke zêde ya xelkê ku tê gotin xizim û kesên koçberan in, çûne nêzîkê Bendera Terablusê daku rewşa kes û karên xwe bizanin. Di dawiya meha Îlonê de, belemeke koçberan li nêzîkê peravên Sûriyê niqûm bû û di encam de nêzîka 100 koçberan canê xwe ji dest dabûn ku piraniya wan ji Lubnanê ketibûn rê.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, ji serê sala 2022an ve bi kêmanî hezar û 570 kesan, di nav de 186 kesên Lubnanî hewl dane ji Lubnanê xwe bighînin Qubrisê. Ew jî ji ber ku Qubris tenê 175 kîlometreyan dûrî wan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst