Rêya Miks-Wanê hat girtin: Berfeke zêde dibare

13-12-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Miks Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barîna berf û pûka zêde rêya sereke ya di navbera Wanê û navçeya wê Miksê wekî tedbîr ji çûnûhatinê re hat girtin.

Qaymeqamiya Miksê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ji ber barîna berf û pûka zêde asta dîtinê li ser rêya sereke ya Miks-Wanê kêm bûye û ji ber metirsiya li ser çûnûhatinê ew rê ji aliyê tîmên Birêvebiriya Rêyên Bejahiyê ve wekî tedbîr hatiye girtin.

Piştî girtina rê niha wekî alternatîf çûnûhatina ji bo navçeya Miksê ji ser navçeya Xîzanê ya Bedlîsê tê kirin.

Parêzgariya Wanê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber barîna berfa zêde li seranserî parêzgehê li dibistanan perwerde hatiye ragirtin û bêhnvedana fermî ye.

Ev di demekê de ye Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li parêzgehên Wan, Colemêrg, Agirî, Îdir û Bedlîsê berfeke zêde bibare û heta roja înê jî berdewam be.

Rêya Miks û Wanê zivistanan rêyeke gelekî metirsîdar û beraşût e.

Sibata 2020an ji ber hatina 2 aşûtan 42 kes li ser wê rêyê miribûn.

Daxwaza xelkê Miksê ew e ev pirsgirêka wan a rê demildest bê çareserkirin bêrî ku hinek welatiyên din jî bibin qurbaniyê aşûtê û li ser rê tunlelên aşûtê bên çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst