Bajarê hewaya wî herî paqij Colemêrg e

28-02-2024
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî Colemêrg Paqijî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê hewaya wî herî paqij parêzgeha Colemêrgê ye.

Li cîhanê her diçe hewa pîstir dibe. Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku ji ber pîsbûna hewayê pirsgirêkan wê hene.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) zêdeyî ji sedî 90ê mirovan di nav hewaya qirêj de dijîn.

Di lêkolînên ku hatine kirin de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê yek bajarê xwediyê “hewaya paqij” hatiye qebûlkirin heye.

Seroka Fakulteya Bijîşkî ya Zanîngeha Namik Kemalê ya Tekîrdagê Prof. Dr. Gamze Varolê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yekane bajarê li gor pîvanên ji aliyê RêxistinaTenduristî ya Cîhanî ve hatine destnîşankirin hewaya wî paqij e, Colemêrg e.

Prof. Dr. Gamze Varolê da zanîn ku li Tirkiyeyê ji xeynî Colemêrgê bajarekî din ê ku hewaya wî li gorî wan pîvanan paqij be nîne.

Prof. Dr. Gamze Varolê herwiha got:

“Niha li Tirkiyeyê pîsbûna hewayê yek ji pirsgirêkên serekî ye. Par ji ber nexweşiyên ku sedem pîsbûna hewayê bûye 42 hezar kesan canê xwe ji dest da.

Di heman demê de ji ber pîsbûna hewayê kalîteya jiyanê jî têk çûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst