Biharê herêma Serhedê bi rengê xwe xemilandiye

11-04-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Herêma Serhedê Deşta Mûşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê bi taybet li herêma Serhedê bi hatina biharê û helîna berfê re dîmenên bêhempa derketin holê û ev yek jî bu sedem ku jîngehhezan ber bi xwe bikişîne.

Li parêzgeha Muşê ya Bakurê Kurdistanê piştî berf û barana îsal di zivistanê de barî, bi hatina biharê re dînmenên bedew derketine. Deşta Muşê bi temamî bûye mêrg û golên avê. Jin û mêrên wênegir yên ku ji jîngehê hezdikin jî va dîmenan ji dest nadin û dest bi kişandina wêneyan kirine

Pizîşk Wênegir Abdul Ridvan Kulu got "Ez li navçeya Tetwanê ya ser bi Parêzgeha Bedlîsê weke Dr. Neştergeriyê kar dikim. Ez karê wênegiriyê jî dikim, em jibo wênegirtinê hatin Deşta Mûşê. Di vî werzê salê de li deşta Mûşê dîmenên gelek bedew hene ku em bikarin wêneyê wan bikişînin."

Li Herêma Serhedê li hemû bajar û navçeyên wê bi hatina biharê re li her cihî dêmenên balkêş derketine holê. Her çnedî li gelek deveran lehî rabûn, lê bi vekirina kulînkan re gelek balindeyan jî berê xwe dane serhedê.

Ev jî Qulingeke li ber çemê Zîlan li navçeya Ercîşê ya parêzgeha Wanê. Wê jî berê xwe daye vê deverê. Mamostayekî ingilîzî li vê navçeyê hatiye dîmenên xwezayê bikişîne.

Mamostayê Taner Uçan dibêje "Zarokatiya min hemû li vê deverê derbasbû. Min pez li vê derê di çêrand,em diketin çem. Berê me navê Quling bihîstibû di stran û helbestan de. Dayîka min jî kêfa wê gelek ji xwezayê û balindeyan re tê, wê di çêrokên xwede behsa vê balindeyê dikir.Berê jî ev balinde dihatin gola Wanê, lê cara yekeme ez dibînim."

Sûlava Bêgirê (Muradiyê) ya li Parêzgeha Wanê li Herêma Serhedê bi helîna berfê û bilindbûna avê re dîmenên bedew derketine holê. Geştyar jî, van dîmenan bi wêneyekê li bîranîn xwe zêde dikin.

Sûlava Bêgirê yek ji devera herî giring e li parêzgeha Wanê ku di nava salê de bi hezaran geştyar serdan wê dikin. Ew di nava zivistanê de bi temamî qeşa girtibû û niha jî ji nav van daran xwe berdide û bi hêrs pêlan davêje.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst