ŞERÊ DAIŞê - Çîroka dilşewat a Fadî: Bi lingekî û bi gopal bi futbolê dilîze

14-11-2024
RÛDAW
Lîstikvanê astengdar Fadî Sebawî / Wêne: Rûdaw
Lîstikvanê astengdar Fadî Sebawî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Şerê DAIŞê Mûsil Fadî Sebawî Futbol Astengdar
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Fadî Sebawiyê ku li Mûsilê di êrişa DAIŞê de birîndar bûye xwedî çîrokeke balkêş e ku niha ew bi lingekî û bi gopal bi futbolê dilîze.

Piştî Bexdayê, Mûsil duyem parêzgeha herî mezin a Îraqê ye.

Yek ji wan bajaran e ku ji ber şerê DAIŞê herî zêde astengdar û birîndar lê hene.

Fadî Sebawî yek ji qurbaniyên şerê DAIŞê ye ku xwedî çîrokeke taybet û balkêş e. 

Ji ber şer lingekî xwe ji dest daye lê werzişvanekî jêhatî ye û her roj bi yek lingî û gopalekî bi futbolê dilîze.

“Kesê xwedî îrade be, tiştek wî ranawestîne”

Lîstikvanê astengdar Fadî Sebawî got:

"Tiştekî xweş e ku ez carinan dibînim, zarokek an kesek tê û şaş dimîne gava min bi gopal dibîne.

Ez bi gogê dilîzim, bi serê xwe li gogê dixim, mat dimînin bê ez çawa vê bi gopal dikim.

Kêmendambûn mirov ranawestîne. Kesê xwedî îrade be, tiştek wî ranawestîne."

Fadî li nav kolanên Mûsila kevn digere û li ser rojên borî difikire. Her tim ew roja nexweş tê bîra wî, dema ku lingekî xwe tê de ji dest daye.

Lê bi tevlîbûna nav xelkê, nexasim jî bi tevlîbûna qurbaniyên nola xwe dixwaze wê bîranîna nexweş ji bîra xwe bibe.

Gelek caran li kolanê bi zarokan re bi fûtbolê dilîze.

Fadî Sebawî wiha behsa wê roja ku birîndar bûye kir:

"Bavê min ji endamên malbata me re got kes neçe derve, ne hewşê û ne jî ber derî.

10-15 xulekan piştî vê, ez li ber deriyê hewşê sekinîbûm. Di çend çirkeyan de min xwest rûnim.

Min got na, ne ku tiştek biqewime. Ez herim hundir an herim derve, çêtir e da ku ez xwe xilas bikim.

Ger tiştek qewimî, ne mîna ku ez rûniştîbim, di vê demê de topa hawanê ket xwarê.

Parçe û toz û tirbûsk û tirabêlk jê rabûn, min dengê wê derengtir bihîst."

Li Mûsilê, tîmeke futbolê ya astengdarên wî bajarî heye.

Ji bilî Fadî, bi dehan ciwanên din ên astengdar tê de dilîzin.

Xewna wî ew e ku bibe lîstikvanekî navdar

Fadî hefteyê sê rojan li wê tîmê rahênanê dike. Xewna wî ew e ku di paşerojê de bibe yek ji lîstikvanên darîçav ên Îraqê.

Fadî Sebawî her wiha got:

"Berî ku birîndar bibim, ez werzişvan bûm. Li qonaxa amadeyî, ez lîstikvanê basketbol, voleybol û goga lingan bûm.

Gava ez cara yekem hatim lîstikgehê, ez vegeriyam jiyanê.

Min got tiştek nikare min rawestîne. Min şiya berdewam bikim. Ez ji bo tîma astengdaran lîstim.

Ez rûniştî bi voleybolê lîstim. Min werzişên cuda kirin. Tiştê ku werzişvan hest pê dike nayê wesifkirin."

Tîma Futbolê ya Nînowayê sala 2020î ji bo astengdaran hatiye damezirandin.

Zêdetirî 30 lîstikvanên wê hene. Hemû endamên wê qurbaniyên şerê DAIŞê ne, piraniya wan lingên xwe ji dest dane lê heta niha jî dilîzin.

Serokê Komîteya Futbolê ya Nînowayê Heysem Hazim jî got:

"Gelek lîstikvanên min hene ku li Mûsilê birîndar bûne. Piraniya lîstikvanên ku birîndar bûne ji ber şer birîndar bûne.

Lîstikvanên me birîndarên şerê Parêzgeha Nînowayê yan xeletiyên bijîşkî yan zikmakî ne lê piraniya wan ji ber şer birîndar bûne."

Mûsil sala 2014an ji ber dagirkirina DAIŞê rastî şerekî bixwîn hat.

DAIŞê 3 salan ev bajar kir paytexta xîlafeta xwe û gelek sivîl di operasyona rizgarkirina bajêr de bûn qurbanî.

Li vî bajarî gelek kesên din ên wekî Fadî hene ku ji ber wî şerî dest û ling û hinekan jî bînahiya xwe ji dest daye.

Vê tîmê mijûlahiyek ji kesên wekî Fadî re peyda kiriye ku hêviyê ji dest nedin û careke din dest bi jiyanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst