Galeriya wêneyan

26-10-2024
25 Photos
Murat Bulut

Dema behsa Stenbolê tê kirin dîrok û geştyarî tê bîra mirov lê ev bajar di heman demê de bajarê pisîkan e.

Pisîk bi sedsalan wekî parçeyeke wî bajarî hatine dîtin.

Tê gotin ku li Stenbolê bi qasî 125 hezar pisîk hene.

Piraniya wan pisîkên jî yên kolanan in.

Li kuçeyên teng ên bajêr, li ber deriyên dikan û avahiyan, li ser ban û pencereyan jî her kêlî pisîk têne dîtin.

Stenbolî ji bo wan xwarin û avê li kolanan dihêlin.

Hin ajalparêz ji bo wan ji hewaya sar û baranê biparêzin xaniyên pisîkan ava dikin.

Yek ji kesên ku li van xaniyan dinêre jî Alî Tural e.

Ew li navçeya Beyogluyê pêwîstiyên wan dabîn dike û şêniyên bajêr jî alîkariyê didin wî.

Pisîkên taxê jî gelek ji Alî Tural hez dikin û ew jî wan wekî zarokên xwe dibîne û bi salane li gel wan jiyana xwe didomîne.

Foto: Murat Bulut / Rûdaw